Şehîd Şêx Seîd Efendî sembola yekîtiya miletê Kurd e.

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn
 
Înîsiyatîfa AZADÎyê: Şehîd Şêx Seîd Efendî sembola yekîtiya miletê Kurd e.
 
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê biryar da ku navê Qada Dagkapiyê wek Qada Şêx Seîd were guherandin, em biryara meclisa şaredariyê pîroz dikin û kêfxweş in. 
 
Ev biryar ji aliyê komên DBP û AK partiyê ve bi yekdengî hatiye hildan û ev kêfxweşiya me zêde dike.
Hemû Kurd li ser mîrata Şehîd Şex Sêîd dibin yek û tiştekî gelek pîroz û mezin e. 
 
Raya giştî eleqe û piştgiriyeke mezin da vê biryarê, ev jî nîşan dide ku wekî 89 sal berê,  Şehîd Şêx Seîd Efendî sembola yekîtiya miletê Kurd û Kurdistanê ye. Di van rojan de pêwistiya me zehf bi yekîtiya neteweyî heye, ji ber vê jî xwedîlêderketina li van nirxan helwesteke pîroz e.
 
Yên ku 89 sal berê serokê serhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi niheqî û bê wijdan şehîd kirin, ji bo ku Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî ji mêjî û dilê Kurdan derxin ciyê mezelên wan veşartin. Lê dîsa jî gelê Kurd wekî do, îro jî li dora nirxên xwe yên neteweyî û manewî dicive. Însîyatîfa AZADÎ misyon û nirxên sala 1925an ji xwe re dike rêber û bang dike ku birayên me yên Kurd li dora yêkîtiya neteweyî bicivin. 
 
Biryara Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di Vê rêyê de gavekî mezin û pîroz e. Em bangî hikûmeta Tirk dikin ku ciyê mezelên şehîdên Kurdan eşkere bike. Daxwaz û pêşniyara  me ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî ew e ku avahiyên li ser xetireya şehîdan hatine avakirin hilweşîne û komplekseke çandî û neteweyî ava bike.
Bi vê wesîleyê di serî de Şehîd Şêx Seîd Efendî û hevalên doza wî û hemû şehîdan bi bîr tînin. Xwedê wan bi rehma xwe şa bike û ciyê wan cineta Rebê alemê be. 
 
Ji bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê-AZADÎ
Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16