PEYAMA ŞERMEZARKIRIN Û SERSAXIYÊ JI BO TEQÎNA QERETEPEYÊ

PEYAMA ŞERMEZARKIRIN Û SERSAXIYÊ JI BO TEQÎNA QERETEPEYÊ

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Mixabin vê rojê li avahiya Komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeya Qeretepe ya bi ser Kerkûkê ve bi destê çeteyên DAÎŞê, êrîşên hovane li hember gelê me yê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Em van êrîşên hovane ku em gelek xemgîn kirine û bûye sedema bi dehan kes şehîd û birîndaran bi tundî rûreş û şermezar dikin. Leneta Xwedê li ser wan kujer û qatilan be.

Bi vê minasebetê em wek Hereketa AZADÎ sersaxiyê didin malbatên şehîdan, partiya YNKê û gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Rehma Xwedê li ser ruhê wan be. Her dîsa ji bo birîndaran jî em bi lezgînî şifaya xêrê ji Xwedayê aleman dixwazin.

Serê milletê Kurd û Kurdistanê sax be.

Tu Her Hebî Yekîtî û Biratiya Gelê Kurdistanê!

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

Amed / Diyarbekir

 

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16