Li Ser Êrişên Başûrê Kurdistan-Şengalê Daxûyanî

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehim
 
Ji Raya Giştî ya Kurdistan û Dinyayê re;
 
Piştî ku li Iraq û Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, kêmasî û valahiya otorîteyê çêbû û di nav van şert û mercan de DAÎŞa ku derket holê yan jî bi destê hin hêzan ve hat derxistin, pêşî êrîşî Kurdistana Rojavayê kir û pey re jî êrîşî gel û axa Kurdistana Başûr kir. Niha jî DAÎŞ taybetî êrîşî welatiyên me yên Êzdî yên li herêma Şengalê dike. Em van êrîş û qetlîamên hovane yên DAÎŞê bi tundî şermezar dikin. 
 
DAÎŞ prensîbên Îslamî û însanî û hiqûqa şer binpê dike û êrîşî zarok, jin û kal û pîran dike û Êzdî û merivên mesûm û bêguneh dikuje. Bi hezaran Êzdî bê av û bê nan xwe dispêrin çiyayên Kurdistanê û ev rewş  him gelê Kurdistanê û him jî hemû kesên ku hestên xwe yên heq û hiqûqê wenda nekirine, diêşîne. 
 
Êzdiyên Kurd dewlemendiya Kurdistanê ne û wezîfeya hemû gelê Kurdistanê ye ku li Êzdiyan xwedî derkevin û biparêzin. Ciyê DAÎŞê û hevalbendên DAÎŞê ku nirxên Îslamî û însanî û hiqûqa şer binpê dikin li Rojhilata Navîn, alema Îslamê û Kurdistanê tuneye. Îslam siyanet û hirmetê nîşanî heq, edelet, azadî, wekhevî, biratî, cudahî, fikr û raman, ax, çand, namûs, dîrok û neseb û mezheban dide û diparêze. Di Îslamê de êrîşbirina li ser kesên mesûm, tecawizkirin û qesta mal û can qedeye ye û heram e. Ji ber vê jî eleqeya tiştên ku tên kirin bî Îslamê re tuneye. 
 
Sunî, Şiî, Elewî, Misilman, Êzdî, Xrîstiyan û bi hemû baweriyên din gelê Kurdistanê yek e û ji hev nabin. Heger li dijî komekê êrîş were kirin, ev li dijî hemû gelên Kurdistanê ye û parastina êzdiyan wezîfeya me ye û li ser Kurdan ferz e. Em wek rêxistineke Îslamî û Kurdistanî li cem birayên xwe yên êzdî ne. 
Bi vê wesîleyê em dixwazin bêjin ku ji bo parastina gel û axa Kurdistanê divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê demildest bicive û hemû hêzên çekdar ên Kurdistanê bibin yek û li çar perçeyê Kurdistanê ji bo parastina gel û axa Kurdistanê nexşerêyeke hevpar were kifşkirin. Divê di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê da mekanîzmayeke ku heq û edeletê derdixe pêş û cihêrengiyên dînî û mezhebî dihewîne, wera avakirin. 
 
Em bangî gelê Kurdistanê dikin ku bibin yek, mil bidin hev û xwedîtiyê li welatiyên xwe yên êzdî bikin û çar perçeyên Kurdistanê biparêzin û nehêlin xîret û namûsa Kurdan bikeve nav dest û piyan. Li ser me ferz û wezîfeyeke dînî û neteweyî ye ku em pistgiriyê bidin gerîla û pêşmergeyên ku Kurdistanê mîna roniya çavên xwe diparêzin.
 
Silav û rêz ...
 
Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / AZADÎ
 
Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16