Ji Raya Giştî Ya Kurdistanê Re

Ji Raya Giştî Ya Kurdistanê Re

 

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

 

Daxuyaniya ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ ya derbarê hilbijartinên Serokomariyê li Tirkiyê

 

Hilbijartina Serokomariyê ya li Tirkiyê ji hêlekê ve ji bo Tirkiye, temamê Kurdistanê û ji bo balansa sosyo-polîtîk ya li Rojhilata Navîn û ji hêla din ve jî ji bo ku bakurê Kurdistanê statuyekê bi dest bixe û gelê Kurd azadî û mafên xwe yên meşrû bi dest bixin girîng e.

 

Ji aliyekî ve her du temsîlkarên statukoya Kemalîst-Tirkparêz CHP-MHP û partî û saziyên sîvîl yên ku ji bo wan dildar û dilxwaz in, wek berendam Ekmeleddin İhsanoğlu dan nîşan, Ji aliyekî ve iî berendamiya Recep Tayyip Erdoğan e ku ew jî wek milekî dîtir yê ‘pêvajoya çareseriyê’ ye ku ji derdora hukûmeta AKPê û hevkar û dilxwazên wê piştgirî distîne û ji aliyekî din ve jî bi piştgiriya siyaseta tevgera serdest a kurd a li bakurê Kurdistanê û muttefiqê wê HDPê Selahaddîn Demirtaş wek berendam dane nîşan.

 

Her çiqas wek encameke projeya Tirkiyebûyînê ku bi navê HDP partiyek derketibe û em vê yekê rast nebînin jî ji ber ku hem tevgera siyasî ya Kurd ya heyî hem jî Selahaddîn Demirtaş bixwe ji tevgerên siyasî yên Kurd piştgirî xwestine, em jî, ji ber geşedanên awarte yên dawiyê ev di demek e ku yekitiyek di navbera siyaseta Kurd de çêbûye û hêviya me ev e ku ev yekitî hêztir be û yekitiya netewî bi sazî û rêxistinî be û her wiha hesasiyetên netewî yên Selahaddîn Demirtaş, têkoşîna wî ya di doza Kurdistanê de, nasnameya wî ya kurdewar û ji bilî van ji ber ku em hêzê bidine yekîtiya siyasî ya di navbera kurdên bakur de û hêvî û baweriyên ku ketine dilê milletê me de vala dernekevin û xurtir be, di hilbijartinên 10 Tebax 2014an de di tora ewil de em ji gelê xwe re pêşniyar dikin ku ji bo meslehetên netewî piştgirî bidin birêz Selahaddîn Demirtaş.

 

Li gel silav û rêzên me…

 

Ji bo Maf Dad û Azadiyê İnîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / AZADÎ

 

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16