JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ YA KURDISTAN Û CÎHANÊ RE

Bi navê Xwedayê Dilovan û Mîhrîban

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ YA KURDISTAN Û CÎHANÊ RE

Di dîroka Kurdistanê de bi sedan komkujî, talan, koçberî pêk hatine. Di sedsala borî de ev bûyer û rûreşî piranî bi destên dagirkerên Kurdistanê qewimîne.

Dagirker û zordestên Kurdistanê komkujiyên ku pêk anîne, da ku meşrûiyeta karên xwe yên qirêj bidin qebûlkirin, gelek caran bi navê dînê Îslamê ew komkujî kirine. Dema Osmaniyan de qirkirina Ermenan bi heman awayî pêk hat. Fetva derxistin û bi hezaran Ermenî kuştin. Herwiha Seddam Huseyînî zordest, kuştin û qirkirina Kurdan wekî xenîmet didît û bi sûreyê Enfalê bi nav kiribû. Kurdên ku îro li Îranê tên idamkirin wekî dıjminê Xwedê didin nasandin.

Îro jî li Kurdistanê bi heman awayî, bi heman rê û rêbazan li dijî Kurd û axa Kurdistanê êrîş pêk tên. Wek tê zanîn, di dîroka Kurdistanê de bi dehan caran Kurdên Êzidî heta niha 72 caran bi qetlîaman ve rûbirû mane.Û îro jî ber bi karesateke mezin ve ne. Li gorî agahiyên dawiyê heta niha bi destê çeteyên DAIŞa xwînxor, li Şingalê 3000 Kurd hatine kuştin û bi hezaran zêdetir jinên Kurd hatine revandin û ji ber birçîtiyê jî nêzî sed kesan jî li Çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dane. Mirovatî li newal û dolên Çiyayê Şingalê dimire îro.

DAIŞ, li ser navê Xweda û Pêxember mirovan dikuje, texer jî Kurdan dikuje. Gelo ma Kurd ne bisilman in ? Em neviyên şêxên mezin in. Hûn kî ne ? Ji xwe re dibêjin DAIŞ. Yanê dewleta îslamê. Lê kirinên wan ne li gorî kirinên îslamê ne. Bi hovîtî mirovan dikujin, tecawiz dikin. Malên alemê talan dikin. Tirbe, merqed û qebrên mezinên îslamê xirab dikin... Ev kes, bi tekbîran, bi navê Xwedê serê mirovan jê dikin. Jin û keçên alemê ji xwe re helal dikin. Dibêjin em dê Qe’beyê xirab bikin û dê haşa hinek ayetên Kurana pîroz yên xelet hene, em ê wan jî biguhêrin. Ev hal nahê qebûl kirin. Divê em bisilman, li hember van zaliman helwesta xwe aşkera bikin û yên piştgirî û nokeriya wan jî dikin baş binasin.

Pêxemberê me Mihemed (s.X.l) di hedîseke xwe de dibêje; “Wextek dê bê û hinek kesên ji Ebasiyan di bin alayên reş de dê rabin. Şol û karê wan mirov kuştin e. Xwedê harûkariya wan nake. Kî di bin alaya wan de şer bike, an jî alaya wan bigire, Xwedê dê roja qiyametê biavêje Cehenemê. Nîşana wan jî ew e ku; cil reş, pirç û riyê wan dirêj in. Hişyar bibin ez ji wan nînim. Hûn bisilman jî ji wan tiştan nekin, li gel wan danûstandinê nekin, harûkariya wan nekin, avê, nanî nedenê, rêyan nîşan nedin, xwe jê dûr bigirin. Bi tekbîrên wan ehlê esmanan dê nerehet bibin, eciz bibin”. Ev jî nîşanek e ku em bi vê hedîsê hişyar bibin û ciranên xwe jî hişyar bikin.

Ji bilî milletê Kurd, îro ji bo komkujiya Şingalê tu kes dengê xwe dernaxe. Wekî Helebce û Enfal dubare dibin û dinya dîsa ker û kor û bêdeng e.

Êrîşên van hovan, ne bi tenê îro û ne bi tenê li Başûrê Kurdistanê ye. Nêzîkê 3 sal in ev çeteyên le’în êrîşê dibin Rojavayê Kurdistanê û îro jî berdewam e. Lê belê tiştê herî muhim ew bû, ku êrîşa îro li Şingalê qewîmî, yekîtiya milletê kurd xurtir û zexmtir kir.

Ewro (îro) roj roja yekîtiyê ye, roja biratiyê ye, roja harûkariyê ye. Hemû partiyên Kurdan yên me ne. Ferqûcudahiyê nekin. Çi pare, çi xwarin, çi cil û berg, ferq nake destê xwe bidin hev da ku em serkevin. Evro hemû dewletên dagirker; tirk, ereb, ecem û ewropî naxwazin Kurd bibin xwedî Kurdistan !! Heke em bibin yek em dê Kurdistanê azad bikin. Divê hemû partiyên Kurdistanê, hemû hêzên kurdî bibin yek beden. Da ku em bibin xwedî dewlet, xwedî namûs, xwedî erd-ax. Axa me axeke pîroz e, nabe bikeve bin nîrê dagirker û metingeran.

Em wek milletê nîştîmanperwer û sazî û dezgehên Şemzînan, komkujiya ku îro li Şingal û derdorên dî yên ku Kurdistanê pêk tên, le’net û şermezar dikin. Herwiha ji raya giştî û ya Kurdistanê re , dixwazin ku, bona vê komkujiyê deng û hesasiyetên xwe bilindtir û zêdetir bikin. Yê ku dibêje ez mirov im, ez bisilman im, divêt îro bêdeng nemîne. Çunkû îro roja mirovahî û wijdanê ye. Wekî komkujiyên din, îro jî sefên mezlûm û zaliman li ber çavan in.
Em careke dî dibêjin Xwedê rehma xwe hemû şehîdên Kurdistanê bike.

Bijî Yekîtiya Milletê Kurd
Bijî Berxwedana Şervanên Kurdistanê.

DBP, MEYADER, DTK
ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ
KURDÎ-DER
YAKINDER
KESK BİLEŞENLERİ
ŞEMDİNLİ DOĞA SEVERLER DERNEĞİ
ŞESO

 

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16