JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Îroj çawa ku hevkêşa siyaseta bêkurd ya li Rojhilatanavîn nayê damezirandin, her wisa jî di serî de perçeyên welatê me yên başûr û rojavayên Kurdistanê û gelê me di pêvajoyeke azadiya niştimaniyê de ye. Amedekariya serxwebûnê ya hukûmeta Başûrê Kurdistanê, hewldanên bidestxistin û pêşvebirina Rojavayê Kurdistanê, xîretên nûjenkirina tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê,  têkoşîna li ser azadbûna niştimaniya Bakurê Kurdistanê, pêngavên sereke yên geşedan û bûyerên nû ne.

 

Di gel van bûyerên erênî di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi êrîşên mezin û xeternak re rûbirû dimîne.

 

Em di wê hişmendiyê de ne ku di vê pêvajoya dîrokî ya ku li welatê me pêk tê, bargiraniya herî zêde dikeve ser milên sazî û partiyên parçeya herî mezin ya Bakurê Kurdistanê.

 

Ji ber vê bargiranî û berpirsiyariya li ser milê me, ji bo xala me ya hevpar ya li ser çareserkirina azadiya niştimanê ku helwesta xwe ya hevpar eşkere bikin 12 partî û saziyen me di 06.08.2014an roja çarşemê saet 11an de hatin li cem hev. Em van encamên li jêr bi raya giştî ji bo rêzgirtin û hurmetê parve dikin;

 

1- Pêşî me li ser stratejiya mayînde ya tifaqa netewî ya Bakurê Kurdistanê hevdîtinan pêk anî. Pêvajoya diyalog û hevdîtinan di dîroka 25.08.2014an de dê bê domkirin.

 

2- Di vê pêvajoya hessas de ku ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê.

 

3- Em êrîşên DAÎŞê ku duh li ser Rojavayê Kurdistanê îro jî li ser Başûrê Kurdistanê ne, lanet dikin. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku êrîşên DAÎŞê di demeke kin de dê bên şikestin.

 

Em êşa mezin ya gelê xwe yê Kurdên Êzidî, di dilê xwe de disojin û em li vir didin zanîn ku em jî li gel wan in. Em bangî hemû gelên xwe yên li Kurdistanê û li Diyasporayê dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin.

 

Em hêvî dikin û piştgirî didin wê yekê ku hemû hêzên netewa me îro li Şengalê sibê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bibin yek û ji bo fikr û menfaata yekîtiya hemû perçayên Kurdistanê tev bigerin û li hemberî terora DAÎŞê bibin yek. 06-08-2014

 

Înîsiyatîfa AZADÎ

Partiya Heremên Demokratîk (PHD)

Komeleya Kurd ya Şoreşgera Demokrat (KKŞD)

Kongreya Civaka Demokrat (KCD)

Partiya Beşdarvan a Demokrat (KADEP)

Platforma Demokratên Kurd (PDK)

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T)

Hewldana Partiya Kurdistanê (Hewldan - HPK)

Med Zehra

Nûbihar

Platforma Öze Dönüş

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PAS)

 

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16