Em, di 89emîn salvegera Şehadeta Şehîd Şêx Seîd û Rêhevalên Wî de Wan bi Rehmet û Minet Yad Dikin

Em, di 89’emîn salvegera Şehadeta Şehîd Şêx Seîd û Rêhevalên Wî de Wan bi Minet û Rehmet Yad Dikin
Ji Bo Çapemenî û Raya Giştî ya Kurdistanê
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Bi rêbertiya Cemiyeta Azadî ya Kurdistanê û bi destê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li Pîranê di Sibata 1925an de serhildana ku çêbû dîsa di Hezîrana heman salê de bi darvekirina Şehîdên ezîz yên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ve encam bû.

Ev serhildana ku di xwe de edalet, azadî û daxwazên Îslamî û Kurdistanî dihewandin, li bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke zêde ya gel ve çêbûye û ji mezintirîn îtîrazan yek e, li hemberî dagirkerî, zordestî û înkara li Kurdistanê. Ji ber vê îtîrazê ye ku ji bo tevgerên piştê wê derketine re bûye kana îlhamê û her wiha bi awayekî pir zelal daye nîşan ka daxwazên Kurdistanî ji çi tiştan pêk tên. 

Vê serhildanê projeya Kemalîzmê ya ku xwestiye bakurê Kurdistanê bike “Bajarê Tirkan”(Tirkiye) berteref kiriye û her wiha aîdiyeta Kurdî, Kurdistanî û Îslamî ya li nava kurdan jî mûhafaza kiriye. Sûc û gunehên ku rejîma Kemalîst a Tirkiyê li bakurê Kurdistanê li ser navê Qanûna Takrîrî Sukûn, Mehkemeyên Îstîqlalê, Operasyonên Tenqîl û Tedîpê kirine, bûne birînek di wijdana mirovahiyê de.

Di encama van kirinên bi vî rengî de di 29ê hezîrana 1925an de bi şevê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li paytexta qedîm a Kurdistanê li Diyarbekirê hatine darvekirin û şehîdkirin. Ji bo ku Şehîd Şêx Seîd Efendî û doza wî di bîra mirovan de nemîne, hem ji bo wî hem jî ji bo rêhevalên wî kêlikeke mexberê jî nehiştine. Heman kirin ji bo ewladê qehreman yê Dêrsimê û rêber û şexsiyetekî Kurdistanî Şehîd Seyyîd Riza û îftixara alema îslamê, alimê gewre û ewladê Kurdistamê Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.

Di vê roja ku başûrê Kurdistanê êdî azadiyê kiriye nav kefa destê xwe û Rojava jî nêzî azadiya xwe bûye, li bakur û rojhilatê welat jî hêvî zêde bûne. Cudahiyek an jî rêz û doreke pêş û paş di azadiya Kurdistanê de û di daxwazên gelê me yên edalet û azadiyê de û her wiha di daxwazên îslamî û însanî de tunene. Berevajî vê eşkere ye ku daxwaz û talebên Kurdistanî ne li dijî maslahatên Îslam û Umetê ne. Gotinên Kemalîst, Baasî û hevalmendên wan yên derbarê azadiya Kurdistanê de ku dibêjin - Azadiya Kurdistanê zirarek e ji bo yekîtiya alema Îslamê û Ereban - bi temamî ji rastiyê dûr in.

Temsîlkarên meşrû yên siyasî yên gelê Kurdistanê û herwiha temamê gelê Kurdistanê; bi taybetî jî ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê misilman e hem hay ji berpirsiyariya xwe ya îslamî hem jî ya însanî hene. Lêbelê ew hikûmet û dewletên ku cînarên Kurdistanê ne û qaşo îslamî ne hay ji berpirsiyariya xwe nînin û herwiha wezîfeya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê jî pêk neanîn. 

Bi wesîleya 89emîn salvegera rêberê serhildana Kurdistanê ya 1925an Şehîd Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî bi rêz û hurmet, bi minet û rehmet em careke dinbi bîr tînin û em hêvîdar in ku doza gelê Kurdistanê ya ji bo maf, edalet, azadî û wekhevîyê bi serkevtin û aşitiyê encam bibe û herwiha aşitî û biratî bibe para hemû gelên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê. 

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16