Daxuyaniya Li Ser Buyerên Dawîn ên Li Kurdistanê

Ji Raya Giştî Ya Kurdistanê Re

 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Em îroj şahidê wê yekê ne ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin û dengeyên siyasî yên heyî diguherin.

Li ser geşedanên ku piştî rûdanên kaotîk ên siyasî û çêbûna valahiya îdarî li Sûrî û Îraqê pêk hatî û piştre bidestxistina hakimiyeta devereke mezin a DAÎŞê li Sûrî û Iraqê, êrîşên DAÎŞê yên li ser axa Kurdistanê, qetilamên ku kirî û bi vê yekê re koçberkirina ji axa wan a qedîm ya Kurdên Êzidî, hemû Kurdên din û mensûbên ne misilman ên gelê me bûye sebeb ku gelek pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û însanî çêbin.

Êrîşa DAÎŞê ya li ser xaka Kurdistanê û bi vê yekê re zilm û şiddeta ku li ser xelkê kirî, koçberkirin û qetliyamên kirî, li dij nirxên esasî yên îslamî û însanî ne.

Parastina axa Kurdistanê, di nav vê yekê de jî parastina Kurdên Êzidî, mensûbên ne misilman û bi yek serî parastina tevahiya gelê Kurdistanê deynekî netewî û dînî yê stûyê gelê me, rêxistinên me yên siyasî-dÎnî û hêzên me yên leşkerî ye.

Bi êrîşên DAÎŞê re ev yek hatiye fêhmkirin ku ji bo parastina gel û welatê Kurdistanê artêşeke netewî û mekanîzmayeke siyasî ya hevpar şert e.

Di vê babetê de ji aliyê gelê me ve divê israreke mezin ji her hêlê re bê kirin û ji bo tifaq û yekîtiya netewî pêngavên lez bên avêtin.

Divê piştgiriyeke mezin ji bo Pêşmerge û Gerîlla bê dayîn û di demeke herî kin de bername û teqwîmek bo artêşa hevpar bê derxistin.

Hemû astengî û ambargoyên wek ticarî, siyasî û leşkerî yên li ser başûrê Kurdistanê demildest divê bên rakirin.

Her wiha ji bo rêxistinên siyasî û leşkerî yên wek PKK, PYD û YPG pênaseyên navnetewî yên wek “teror” û mînanê wê careke din bê rakirin û ji bo parastina gelê rojavayê Kurdistanê deriyên li ser sînorê bakurê Kurdistanê re ne, ji bo hemû alîkariyên ticarî, însanî bên vekirin.

Divê Dewleta Tirkiyê, alîkariyên gelê bakurê Kurdistanê yên ji bo rojava û başûrê Kurdistanê re nebe asteng.

Heta ji vê jî wêdetir di şûna ku Tirkiyê piştgiriyê bide El Qaîde û hêzên leşkerî yên wekî wê, divê bibe piştgirê berxwedana li Kurdistanê.

Koalîsyona navnetewî ji ber DAÎŞê piştgiriya ku dide hikûmeta navendî ya Îraqê, her çiqas li dij prensîba ‘alema îslamê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike’ be jî, ne sebebkarê vê pirsgirêkê Kurd in ne jî çareseriya vê meselê bi tenê girêdayî Kurdan e.

Di vê meselê de sûcdarkirina Kurdan ne exlaqî ye.

Qetliyamên Tirkiyê yên bi sedan sal in pêk tê ku rûyê xwe di Dêrsimê de bi eşkere da nîşan, qetliyamên Helepçe û Enfalê yên di dema Îraqa dîktator Seddam de pêk hatin, hovîtiya DAÎŞê ya li ser Kurdên Ezidî ya li Şingalê zemîna mudaxalekirina navnetewî mecbûr dike.

Mudaxaleyên bi vî rengî li Bosnayê, Kosovayê û li derên din yên cîhanê hatin dîtin.

Dîsa jî Kurd bi temamî li dij rêxistin, dewlet, tevgerên li derveyê Kurdistanê helwesteke wek şer û herbê nedane nîşan û dijminiya tu xelkekî misliman an nemisliman, netewek an jî kêmnetewek li ser xaka Kurdistanê û cînarê Kurdistanê nekirine.

Birayên me yên Fars, Ereb û Tirk jî di nav wan de ne. Bi vê mebestê, li dij hovîtiya DAÎŞê paastina başûrê Kurdistanê bi taybet Şingal jî di nav de û her dîsa parastina rojavayê Kurdistanê ku bi taybet jî ya Kobaniyê, ji me re bûye mesela rûmetê û berpirsiyariyeke netewî û dînî.

Ji ber vê yekê em bangî raya giştî ya cîhanê, alema îslamê û hemû gelê Kurdistanê dikin ku di serî de ji bo gelê Şingalê û Kobaniyê û ji bo hemû koçberên ku ji cih û warên xwe hatine kirin re dergehên xwe yên arîkariyê vekin.

Hewcedariya bi her cure arîkariyên madî û menevî hene.

Li bakurê Kurdistanê ji pirsgirêkên sereke yek jê jî xwesteka perwerdeya bi kurdî û geşedanên li ser wê ne.

Em hakimiyet û hebûna leşkerî, îdeolojîk û siyasî ya Komara Tirkiyê ya li bakurê Kurdistanê meşrû nabînin.

Ji ber vê jî ji bo perwerdehiya bi kurdî bi taybet jî ji bo vekirina saziyên perwedhiyê, dayîna her cure biryarên meşrû û avêtina her cure pêngavên meşrû yên gelê Kurdistanê, ne şert e ku ji dewletê destûrê bixwaze.

Lê heman demê em çalakiyên şidvarî yên hin koman ku mekteban xera dikin û dişewitînin teswîb nakin û red dikin.

Gelê Kurdistanê ji bo doza xwe ya biheq û meşrû ne mihtacê şiddetê ye.

Ji bo maf, dad û azadiyê li ser esasên Îslamî û insanî tercîhkirina rê û rêbazên meşrû, demokratîk û medenî ji bo xêra her kesî ye.

Bi hêviya ku Kurdistan, alema Îslamê û hemû mirovayetî di nav aşitî, wekhevî û biratiyê de li gel hev bin.

 

21.09.2014

Amed

 

Li gel silav û rêzên me…

 

Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16