BANGEWAZİYA KONGREYA ASAYÎ YA GİŞTÎYA I. YA ÎNÎSİYATÎFA AZADÎ

JI BO MAF DAD Û AZADIYÊ ÎNÎSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ

 

ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ

 

 BANGEWAZÎYA JI BO KONGREYA ASAYÎYA GIŞTÎ YA I.

 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Her xebata mafdar û rewa ji bo rojên dijwar ên ku dê derkevin pêşiyê bi guwahiyeke veşartî şahidtiyê dike ku ji bilî Xweda tu Îlah nîn in.

 

Hemd ji bo Ew Xwedayê payebilind e! Ew Ellahê ku ji bilî wî xweda nîn in û gotiye: “Em dixwazin piştgiriyê bidin qelsemirovan”; ji bo ku vê daxwaza Xwe pêk bîne jî bawermend vexwendine raman û tevgerên hişmendan.

 

Silav li ser Muhemmed  (s.e.w) be! Ew qasidê ku Xwedayê payebilind ew şandiye. Ew qasidê ku gotiye: “Bawermend wekî endamên laşekî ne; ji vî laş kîjan endam biêşe hemû endam pê re diêşin.” Her wiha gotiye: “kafir be jî xwe ji nifira mezlûman biparêzin”. Bi van gotinên xwe yên kurt ferman kiriye ku: her kesek berpirsiyarê “mafê xwe” ye û ev maf nayê guhastin; her bawermendek berpirsiyarê doraliya xwe ye û kesê êşandî tê parastin.

 

Gelî Kurdistaniyên Birûmet!

 

Qanûnên suriştî û fermanî rênîşandêr in û armanca wan ew e ku mirovî bigihînin bextewariya dinya û axretê. Hem qanûnên Xwedê yên suriştî û fermanî hem jî wijdana mirovahiyê ya hevpar têgihîna “maf”î daniye navenda ragihandinê; û ji vê navendê standardên mirovê qenc û civaka qenc diyar kirine. Desthilatdarên hêza dunyewî jî li ser çarenûsa mirov û civakê hinek biryar dane; lê belê çareseriya wan veguheriye desteseriyê. Bi vî awayî mirov û civak dagir kirine; navenda ragihandinê daxistine asta “berjewendî”yê. Mixabin îro kesên ku standardên mirovê qenc û civaka qenc li gorî têgihîna “maf”î diyar kirine ne bandoreke wan heye ne jî hilberîneke wan. Lewre êdî çavên mirovî reşeve hatine; ne baweriya wî bi kesayeta wî maye, ne jî hêviya wî bi nifşên nû heye.

 

Lewre girseya ku ji mêj ve ye derheqê doza Kurd û Kurdistanê de di rewşeke falincî de dijî êdî hişyar dibe.

 

Ev girseya Kurdistanî ya ku heta rêjeyeke zêde oldar e jî “naveroka pirsgirêka umetbûn û miletbûnê” baş tênegihiştiye. Lewre ji mêj ve bi awayekî sergirtî û wekî mirovên sondxwarî dil û mil nedane ber çareserkirina mijarê; li gorî bawerî û daxwaza xwe tevî çalakiyan nebûne.

 

Ev şert û merc bi paradîgmayeke Îslamîst û veggotina umeta serdest ve hatibû hûnandin û dorpêçkirin. Oldarên Kurdistanî wisa dihesibandin ku alim, rewşenbîr û saziyên wan hene; tenê ev kes dizanin û dikarin li gorî paradîgmaya Îslamî şîrove bikin bê ka doza Kurd û Kurdistanê çi ye, dê çawa be, dê çawa bikin. Lewre wisa difikirîn ku peywira wan tenê ew e ku van alim, rewşenbîr û saziyan guhdarî bikin; ramanên wan bipejirînin û bidin ser serên xwe. Her wekî berhemên ku di nava alema Îslamê de bi têkoşîn û berxwedana Îslamîst hatibûn hilberandin, pêla Îslamîst ya ku roj bi roj geş dibû jî ev yeka han piştrast dikir.

 

Aniha rewşa siyasî û civakî ya ku em tê de dijîn destnîşan dike ku: pêla Îslamîst a serdest di destpêkê de rasterast li ser “berjewendî”yê nehatibû avakirin; lê belê li ser rastiya “maf”an jî nehatibû avakirin. Di rojeva wê de “desthilatdarî”ya li ser alema Îslamê hebû. Rastiyê bixwazî, hem li gorî qanûnên Xwedayê Gewre yên suriştî û fermanî hem jî li gorî wijdana mirovahiyê ya hevpar, bingeha doza Kurd û Kurdistanê li ser têgihîna “maf”î hatibû avakirin. Ji paradîgmaya Îslamîst ya ku cil û bergên “desthilatdarî”yê lixwekirî êdî nedihate hêvîkirin ku doza Kurd û Kurdistanê ya li ser bingeha “maf”î avakirî hembêz bike; ev yek bêwate bû. Divê Kurdistaniyan doza Kurd û Kurdistanê ya li ser têgihîna “maf”î avakirî bi taybetiyên xwe yên xas çareser bikira. Lê belê paradîgmaya Îslamîst ya ku bi hêza “desthilatdarî”yê xurt bûyî, ev rastiye veşart. Li gorî wan kesan pirsgirêka Kurd nijadperestî û doza Kurdistanê jî cudakarî bû. Her wiha ji bo Kurdistanê daxwazkirina “maf”an wekî astengekê li pêşberî wan sekinîbû; dê nikaribûyana ji bo umetê “desthilatdarî”yê bixwazin. Bi gotineke din, “desthilatdarbûn” sembola nasnameya Îslamî bû. Lewre bîrdoziya “desthilatdarbûn”ê bibû nirxê  mitleq ê Îslamgiriyê.

 

Rojên Kurdistanê

 

Bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn, li navenda alema Îslamê rûdidin hebûna qeyraneke siyasî û civakî ya pir kûr destnîşan dikin. Her wiha piştrast dikin ku Îslamgirî jî di nava qeyranekê de ye. Kurdistanî ji aliyekî ve hevparên vê qeyranê ne û ji aliyê din ve cîranên wê ne. Lewre divê êdî bi taybetiyên xwe yên xwerû bikevin nava tevgerê. Ji ber ku êdî têgihiştine ku divê mil bidin ber barê Kurd û Kurdistanê; bi destên xwe paradîgmaya Îslamî û însanî bigihînin serkeftinê. Êdî karwan bi rê ketiye û ew jî nikarin li paş bimînin.

 

Peymana Sykes-Picot a sala 1916an, di şerê cîhanê yî yekemîn de nexşeya dewleta Osmanî guherandibû; bêyî ku cih bide nexşeya Kurdistanê nexşeyeke Rojhilata Navîn afirandibû. Êdî ev peyman, ne bersivê dide kar û barên civakî ne jî dikare pêvajoya siyasî bi rê ve bibe. Her wiha Rojhilata Navîn jî dixwaze vegere nexşeya berî 1916an. Lê di vê daxwazê de vegehurîneke girîng heye: Êdî Kurd ketine pêvajoyeke nû û di dîroka xwe ya neteweyî de rojên xwe yên herî girîng derbasî ser rûpelên jiyanê dikin; di vê nexşeya muhtemel de pêşengê herî girîng dîsa Kurd in.

 

Em dikarin vê pêvajoyê wekî “Rojên Kurdistanê” aşkera bikin. Lewre li başûrê Kurdistanê rewşa dewletbûyîn û serxwebûnê, li başûrê rojavayê Kurdistanê rewşa xûyakirina şêweya xwese û li bakurê Kurdistanê jî rewşa di siyaseta Kurd ya serdest de guherîna paradîgmayê ya ku di çarçoveya aştî û çareseriyê de ye pêk hatıye. Îcar ev pêvajo bêyî ku vegere heyamên berê ketiye riyekê; serê xwe girtiye û diçe. Elametên li kêleka riyan jî guherbar in. Her çiqas mirov nikaribe demeke diyarkirî destnîşan bike jî êdî Kurdistan gihiştiye asteke wisa ku bi nasnameya xwe tevlî refên cîhana şareza bibe.

 

Berpirsiyariya Mislimanên Kurdistanê

 

Îro peyv û wateyê cihê xwe girtine, êdî em hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê dibînin ku di navenda avakirineke nû ya dîrokî de ne. Ew pêşengên ku di xebatên civakî û siyasî yên vê pêvajoyê de cih digirin jî dê di vê avakirinê de bibin pêşengên bibandor û dîrokî. Hem li gorî berpirsiyariya dînî hem jî li gorî berpirsiyariya neteweyî ya suriştî civaka misilman a Kurdistanî nikare li derveyî vê pêvajoya siyasî bimîne. Heke jê dûr bimîne jî dê ziyaneke giran bigihîne nefsa xwe, Kurdistanê û umetê. Êdî ne kes bi xwe ne Kurdistan ne jî umet dê tu carî nikaribin ji bin barê vê bêtevgeriyê rabin. Di destpêka sedsala bîstem de Kurd û Kurdistan li derveyî avakirina nû ya cîhanê hatin hiştin; di encamê de sedsaleke wan bi ro de çû. Îro jî dîroka vê serdemê ji nû ve tê nivîsandin; heke pêşengên Kurd û Kurdistanê dîsa li derve bimînin dê çendîn salên xwe bi ro de berdin.

 

Ziyankariya ku Xwedayê Mezin jê ne razî be êdî tu kesek jî nikare jê razî bibe: ne umet, ne mirovahî, ne gelê me, ne welatê me, ne jî em bi xwe. Em bi tevahî nikarin ji vê rewşê razî bibin û divê em nebin jî.  

 

Êdî em hişyar bûne!

 

Em bi hêzên xwe yên xweser hesiyane û têgihiştine!

 

Me nîqaş kir û me got ku paradîgmaya Îslamîst ya serdest îflas kiriye. Lewre me nîqaş li ser paradîgmayeke Îslamî ya nû vekiriye!

 

Me bawerî û îradeya xwe ji hev cuda nekiriye!

 

Lê em ji kesên ku dixwazin bawerî û îradeya me ji hev cuda bikin veqetiyane!

 

Û bi bexş û kerema Xwedayê Gewre, em bi vîn û biryareke xurt gihiştine vê rojê!

 

Em bi vê baweriyê derketine li ser riyê. Ji bilî vê baweriyê alternatîfan nagerin û lêgerîneke wisa rast jî nabînin. Di vê rêwîtiyê de rastî li gelek dijwariyan hatine; gelek caran qudûmê me şikestiye; li hemberî quretî, rûsarî, guhnedarî û bêsexbêriya hinek der û doran ji berpirsiyariya xwe averê nebûye; her çiqas tu kesî dil û mil nedabe ber bîrdoziya wê jî, bi wêrekî riya xwe kudandiye. Baweriya ku Înîsiyatîf kiriye vê riyê ev e: Divê miheqeq pirek di navbera bawerî û îradeyê de hebe. Her wiha divê stratejiyeke parastina vê pirê jî hebe. Belê bi vê baweriyê, JI BO MAF DAD Û AZADIYÊ ÎNÎSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ DI NAVBERA 6-7’ÊN ÎLONA 2014’AN DE LI BAKURÊ KURDISTANÊ LI AMEDÊ KONGREYA XWE LI DAR DIXE. BI BONEYÊ; EM HEMÛ KESÊN KU LI SER NAVÊ XWE, GEL, WELAT, UMET Û CÎHANA ME XEMXUR IN JI BO BİHEVRE KARKIRINÊ VEDIXWÎNIN KONGREYA ME.

 

Ji bo ku bendewarî û hêviyên me hemûyan vegerin rastiyan gelê me derfet û peywireke dîrokî daye ser milên me; bi ked û hizra xwe piştgirî daye. Em bi dil û can sipasiya vê qedrzaniyê dikin.

 

Dîsa hemd ji bo Xwedayê ku em layiqî vê xebatê dîtine. 

 

Ji Raya Giştî Ya Kurdistanê Re Bi Silav û Rêzên Me

 

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê

 

Înîsiyatîfa AZADÎ

 

Desteya Amadekar a Kongreyê

Foto Galeri

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16