Wîladeta Îsa (E.S) Pîroz be

 

 

Wîladeta Îsa (E.S) Pîroz be

Em bi wesîleya wîladeta roja (heftiya) Îsa eleyhîsselam cejna Mesîhiyan li Kurdistanê û dinyayê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku temamê însanan guh bidin vê sembola aştî û teslîmiyetê.

Baweriya me ew e ku di navbera bangewaziya Îsa eleyhîsselam, pêxemberên din û Pêxemberê dînê Îslamê de ku me’neya wê aştî ye, tu ferq tuneye. Hemî pêxember di mijara îtaet û teslîmiyeta Xwedê de Misilman in û pêxemberên Îslamê ne. Bi tabîra Quranê dînê di qatê Xwedê de jî ev e. Herwiha em bawer dikin ku hevgirtina me ya li ser nirxê hevpar tewhîdê jî dê ji nexweşiyên manewî yên roja me re bibe şîfa. Bi vê yekê re, em dixwazin vê jî bêjin ku, şerên li alema Îslamê û li dinyayê diqewimin, ji hêla binpêkirina mafên însanî, bi taybetî jî heqaret û kiryarên li ser hemwelatiyên nemisilman ji nirxên însanî û Îslamî gelekî dûr in.

Kesayet û komên Fileh dikarin aîdiyetêxwe bijîn û di vê mijarê de xwedî azadiyeke tam in. Ev yek emrê Îslamê ye jî. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku zalimên rojavayî û rojhilatî, Misilman û Fileh dîn ji bo armancên xwe yên dinyayî bixebitînin û tecawizî hûqûqê aîdiyetên din bikin. Bi vê munasebetê, em zilma Rejîma Kemalîst a ku bi dehê salan e ji xelkê Kurdistanê, Misilmanan, Filehan û ji aîdiyetên din re rewa dibîne, şermezar dikin.

Divê Suryanî jî wekî Ermenî, Cihû û Rûman bi aîdiyeta xwe werin qebûlkirin û ev ji bo dînê xwe, zimanê xwe û çanda xwe pêşde bibin divê cudatiya pozîtîf ji wan re bê kirin. Ji ber ku serdestiya siyasî ya Kurdistanê ji hêla Tirkiyeya Kemalîst ve hatiye îhlalkirin, ev wezîfe ji bo niha di stûyê dewleta Tirkiyê de ye.

Em ji niha ve we’d dikin ku dê di Kurdistaneke serdest de hemî aîdiyet xwe bi awayekî azad îfade bikin û baweriyên xwe bijîn. Kurdistan, ji xeynî Kurdên Misilman ên ku piraniya wê pêk tînin, welatê Suryanî, Ereb, Tirkmen û Ermeniya ye jî.

Bi hêviya Kurdistan û dinyayeke ku hemî aîdiyetên etnîk, dînî, mezhebî û hwd. Bi awayekî azad lê bijîn; em Îsa eleyhîsselam û diya wî ya pak û bakîre Meryemê bibîr tînin û em ji bo dinyayeke bi aştiyê dagirtî destê xwe li ber Xwedê vedikin.

Di gel silav û rêzan…

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ

 

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16