Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin

Ji Raya Giştî Ya Kurdistan û Tirkiyê
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Em wek Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê/ Înîsiyatîfa AZADÎ; dixwazin hin meseleyan bi raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê re parve bikin ku ev jî bi gelemperî piştî rûdanên ku li Iraq û Sûriyê çêdibin, der barê tevgerên li başûr û rojavayê Kurdistanê de ne ku pêk tên, der barê darvekirinên li Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên kurd û “Kongreya Netewî ya Kurd” de ku hemû parçeyên Kurdistanê eleqedar dike û her wiha lêgerîna tifaqa netewî ya Kurdistanê û xebata li ser tifaqa opozîsyonên siyasî yên li bakurê Kurdistanê, Hilbijartinên serokkomariya li Tirkiyeyê û herî dawî jî li ser mesela rûdanên li Fîlîstîn û Xazzeyê ne. 
Rûdan û geşedanên li Başûrê Kurdistanê; qonaxa ku bidestxistina Mûsil û deverên din ên sunnî ya bi destê DAÎŞ'ê û her wiha bi bangawaziya Serokê Herêma Kurdistanê ya Birêz Mesûd Barzanî ya ji bo referandûma Serxwebûnê ve dest pê kir, ji bo hemû Kurdistanê,  gel û dewletên cînarê wê nîşaneya serdemeke nû ye.
Li gorî hevpeymana di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federe û Hukûmeta Navendî ya Iraqê û her weha li gor madeya 140. ya destûrê; Referendûma ku dê ji bo herêmên li derveyî sînorê Kurdistanê ku wek herêmên îxtilaf tên binavkirin, çêbûya; li ser hew qas teklîfên zêde yên Hukûmeta Kurdistanê dîsa bi astengî û pêşgiriya Hukûmeta Iraqê çenebû. 
Piştî ku DAÎŞ'ê Mûsil û deverên din ên sunnî bi dest xist. hêzên Pêşmerge yên Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Kerkûkê û li wan herêmên biîxtilaf hakimiyeta fiîlî bi dest xist û ev meseleya madeya 140'an jî bi şêweyeke xwezayî gihişte rêya çareseriyê. Piştî vê rûdanê Kerkûk jî di nêv de raygirtina gelên li Kurdistanê û çêkirina referandûmekê ji bo serxwebûna Kurdistanê îradeyek û biryareke di cih de ye. Piştî referandûmê Kurdistaneke xwedî hiqûqeke nû ya li nêv sînorên Iraqê de an jî biryara Kurdistaneke bi temamî serbixwe di destê Hukûmeta Herêma Kurdistanê û di raya gelê wê de ye. 
Di vê babetê de daxuyaniyên tehdîtwarî û dijminane yên Hukûmeta Navendî ya Iraqê, dewleta Îranê û derdorên wek wan hereket dikin tê wateya  binpêkirina mafên meşrû yên gelê Kurdistanê û hiqûqa navneteweyî. Hin daxuyaniyên partî, rêxistin, şexsiyetên Kurdistanî yên bi vî awayî jî em dikarin bibêjin bi tesîr û zora faktorên derve ne. Divê tu tevgereke Kurdistanî ji bideskeftiyên li parçeyeke din a Kurdistanê û ji îradeya xwebirêvebirina xwebixwe aciz nebe. 
Bi vî awayî rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê û bangawaziyên destek û alîkariyê yên Hêza Çekdar ya Kurdan, Yekîtiya Parastina Gel/YPGê jî bi heman şiklî divê bê nirxandin. Deskeftiyên li Rojava helbet muhîm in û divê ev destkeftî bên piştgirîkirin û parastin. Bangawaziya alîkariya însanî ya gelê Rojavayê Kurdistanê û daxwaza vekirina deriyên li ser sînor divê ji hêla dewleta Tirkiyê ve zûbizû were pêkanîn. Her wiha divê deriyên di navbera sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo bazirganiyê jî bên vekirin.
Darvekirinên siyasî yên li Îranê hem li dijî îddiaya îslamîbûna rejîma Îranê ye hem jî li dijî nirxên bingehîn yên însanî ne. Divê dewleta Îranê dev ji darvekirina şexsiyetên Kurdistanî berde û destê xwe li ser îradeya netewa Kurd a ku li pey maf. Edalet û azadî  hilîne. Doza Kurdistanê yek doz e û tehdîteke ji bo parçeyeke Kurdistanê her wekî ji bo parçeyên din jî hatibe kirin, tê qebûlkirin.   
Hilbijartina Serokomariyê ya li Tirkiyê û nîqaşên li ser tên kirin jî di bala gelê me de ye. HDPya ku bi Tevgera Siyasî ya Kurdistanê re li hev kiriye û di tifaqê de ye, ji ber ku di hilbijartina serokomariyê de Birêz Selahaddin Demirtaş wek endam daye nîşan bala gel zêdetir çûye li ser vê meselê. 
Her çiqas ev rûdan û tifaq û hewlên siyasî yên PKKê û eniya mutefîq ya wê û îradeyeke çareseriyê hebe jî hebûna hikmê dewleta Tirkiyê ya li Bakurê Kurdistanê ne meşrû ye û hebûna TSKê ya li Kurdistanê jî li dijî hiqûqa navnetewî ye. Çimkî her çiqas alaya Tirkiyê ji bo hinekên dî pîroz be jî gelê Kurdistanê temsîl nake û kesayetiyekî ku di nav Tevgera Siyasî ya Kurdan de bibe berendamê Serokomariya Komara Tirkiyê jî ev rewş nayê guhertin. Lê ligel heman vê heqîqetê jî ji ber berjewendiyên netewî-siyasî yên gelê Kurd û ji bo ku gavên hêsanker ên di der barê çareserkirineke rasteqîne ya mijara Kurdistanê de bên avêtin em tifaqên ku bi vî esasî tên çêkirin bi temamî jî red nakin.    
  Lêbelê tu tifaq û hewleke siyasî nikare pêşî li mafê gelê Kurdistanê yê çarenûsê Yê ji bo pêşerojê bigire. Hewldanên li ser Bakurê Kurdistanê yên ku dixwazin bakûrê Kurdistana bikin “ warê Tirk (Tirkiyekirin)”  ên bêxwe jî heya îro nehatiye pêkanîn û ji îro pê de jî nayê pêkanîn. Qoçqirî, Pîran, Dêrsim, Zîlan, Agirî û îtîrazên ku piştî 1980yan ji hêla PKKê ve hat kirin; li dijî vê xefika ku dixwastin Kurdistanê bikin bajarê Tirkan û Tirkiyeyîkirin bû. Ev îtîraz li gor hiqûqa Îslamî û insanî meşrû, heqdar û di cih de ne. Lêbelê li gor me pêkan e ku em bijartina bihevre jiyanê bi mercê ku bi awayeke medenî, di zemîneke maf û dad de bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn gengeşe û mizakere bikin. 
Em wek Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê/ Înîsiyatîfa AZADÎ; hewl û bangên me yên ji bo tifaq û yekîtiya Kurdan, nêrîn û tevgerên me yên ji bo çêkirina temsiliyeteke neteweyî ya ji hêla hêzên neteweyî yên li Bakurê Kurdistanê tê zanîn. Em vê gavê jî astengekê li pêş avakirina Kongreya Bakurê Kurdistanê û Mecliseke daîmî nabînin. Tenê ya muhim ew e ku hemû alî xwedî niyeteke pak û bi samîmî bin. 
Ji bilî van rûdanên ku li Kurdistanê pêk tên, erîşên Îsraîlê yên li ser Filîstîn-Xazzeyê jî ku alema îslam û Ereban ji nêz ve eleqedar dike, hatiye radeyeke wisa ku nayê qebûlkirin. Em van erîşên Îsraîlê yên ku dibin sedema qurbaniyên  sivîl şermezar dikin. Em ji miriyên van êrîşan re rehmetê ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Bi vê wesîleyê divê hemû alema Îslamê, Ereban û gelê Kurdistanê divê alîkariya gelê Filîstinê bike.
Em ji Xwedayê gewre û dilovan lawahiyan dikin ku ev meha bereket û rehmetê ya Remezanê ji bo Kurdistan û alema Îslamê û ji bo cîhanê û mirovayetiyê bibe wesîleya aşitî û biratiyê û bibe wesîleya felata mezlûman. 
Li gel silav û rêzên me.
 
Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatifa Îslamî ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ
 

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16