Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re

 

Roja 16ê Adara 1988an, tarîxeke elemdar e ku di vê tarîxê de Helebçe ji hêla Seddam ve hate kîmyabarankirin. Di vê kîmyabaranê de, bi hezaran însanên Kurd şehîd ketin. Ev bûyera ku tesîra wê hê jî berdewam e, li ser  navê însaniyetê eyb û şermeke mezin e.

Xelkê Kurdistanê û coxrafyaya wê, di şerê yekemîn û duyemîn ê parkirinê de bê statu hatin hiştin. Xelkê Kurdistanê û coxrafyaya wê, ji hêla hêzên navneteweyî ve ji însafa dewletên cîran re hatine hiştin. Ev rewş, ji bo alema însaniyetê şermeke mezin e. Herwiha, ji ber ku dewletên Kurdistan dagir kirine tev wekî “Dewletên Îslamî” têne qebûlkirin Alema Îslamê jî şirîkê vê şerm û rûreşiyê ye.

Qetlîamên ku li ser erda Kurdistanê, di Dêrsim û Zîlanê de hatibûn dîtin; di heyama şerê Îran-Iraqê de bi bêdengiya dewletên Rojhilatî û Rojavayî, li Helebçeyê jî qewimî. Dewletên alema Îslamê û dewletên cîhanê, li hemberî vê qetlîama mezin a ku li perçakî Kurdistanê Helebçeyê hate jiyandin, bêdeng mane. NATO, NY, SKÎ, Lîga Ereban, Yekîtiya Efrîqayê û dewletên mezin bi bêdengiya xwe, di vê qetlîamê de bûne şirîkê rûreşiyê û di sinifê de mane…

Divê hemî alema însaniyetê, ji qetlîam û şerran îbretê bistînin. Ji bo bûyerên wisa û mînanî vê careke din tekrar nebin, tedbîrekê bigirin. Bêguman zilim tarîtî ye û Xwedê, hem li xwe û hem jî li însaniyetê zilim heram kiriye. Di roja îro de jî, li Kurdistanê, Sûriyê û li deverên cuda cuda yên dinyayê, dîmenên ku li dijî nirxên însanî û Îslamî ne têne dîtin.

Ji ber vê yekê, li ser her şexis, civak, sazî, dewlet û saziyên navneteweyî; xebata ji bo aştiya cîhanê û parastina distûrên însanî yên hevpar mecbûriyeteke esasî ye. Ji bo ev distûr neyêne perçiqandin û hurmet ji zatê însan re hebe, divê her kes wezîfa dikeve ser milê wî pêk bîne.

Bi munasebeta vê qetlîama dijînsanî, em şehîdên Helebçê bi rehmet û minnet yad dikik. Herwiha daxwaza me ya ji Xwedayê mezin jî ew e  ku rizgariyê bide xelkê Kurdistanê û aştiya birayane jî bike nesîbê hemî însaniyetê…

Hak, Adalet ve Özgürlük İçin

Kürdistan İslami (AZADÎ) İnisiyatifi

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16