Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê Înîsiyatîfa AZADÎ di rojên 4 û 5ên meha Çileyê 2014an de civîna xwe ya Desteya Rêvebiriyê bi beşdariyê berfireh li Meletiyê çêkir. Endamên Desteya Rêvebiriyê, nûnerên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, endamên damezrêner, dildarên Înîsiyatîfa AZADÎyê û şexsiyetên çavdêr beşdarî li civînê kirin. Li dor serdêra “Pêşeroja Înîsiyatîfa AZADÎyê û Kongreya 2emîn” gotar, axaftin û nirxandin hatin pêşkêşkirin. Tê çavnêrîkirin ku di civîna berfireh a dawîn a DRGê(9) ya Înîsiyatîfa AZADÎyê ku dê Nîsana 2014an de li Diyarbekirê bête sazkirin de pêşniyarên der barê Rojeva Kongreyê de bêne zelalkirin. Meseleya ku ka dê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê/AZADÎ di kîjan zemînê de hebûna xwe berdewam bike jî di çerçoveya dayîna biryarên vê civînê de bi biryara kongreyê misoger bibe. (Înîsiyatîf, Bizav û yan jî Partîbûn). Di vê civînê de qenaeteke giştî derket holê ku Înîsiyatîfa AZADÎ di pêşerojê de kîjan zemîna siyasî tercîh dike bila tercîh bike, ji ber ku Înîsiyatîfa AZADÎ rêxistineke siyasî ye dikare partîbûnê ji xwe rebike armanc. Her dîsa di civînê de hin bîr û nêrîn der barê neyîniya partîbûnê de hatine ser ziman û li ser vê mijarê Şîrove û nirxandin jî hatin kirin ku li gorî wan bîr û nêrînan partîbûyîn dê zirarê bigihîne partiyên Kurdistanî yên ku li Kurdistanê heyî. Bi awayekî vekirî hatiye destnîşankirin ku Înîsiyatîfa AZADÎyê dijayetiya tu cemaet, bizav û partiyên Kurdistanî nake. Berevajiyê dijayetiyê, amade ye ku li gel rêxistinên Kurdistanî her cure hevkarî û tevkariyê bike. Ji hêla piraniya beşdarên civînê hatiye dupatkirin ku Înîsiyatîf xwe wekî bizaveke siyasî û yan jî partiyekê rêxistin bike jî, ziyanê nagihîne partî û hêzên Kurdistanê. Tam bereks, dê destê wan biqewettir û di xizmeta doza Kurdistanê de karê wan asantir bike. Bi îhtimala herî erênî, tenê nîviyê xelkê me di nav hêz û rêxistinên Kurd û Kurdistanî de ne. Lê yê mayî ji nîvî zêdetir jî, li gel partiyên siyasî AKP, CHP û partiyên din ên merkeza wan Enqere ye di têkiliyê de ne. Ji ber vê yekê li ser îhtîmala partîbûn û yan jî bizavbûnê, endamên Înîsiyatîfa AZADÎyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku dê Înîsiyatîfa AZADÎyê di qada siyasetê de eniya Kurdistanê bihêztir bike û piştgiriyeke xurt bide azadkirina miletê Kurd. Baweriya me ew e ku pêşniyar û nêrînên cuda yên li civînê hatin ser ziman, ji bo Înîsiyatîfa AZADÎyê zengînî ye. Lê wekî me berê jî destnîşan kir, biryara nîhayî ya der barê Înîsiyatîfa AZADÎyê de wê li Kongreya 2emîn a asahî de bête stendin. Kongre dê Hêzîrana 2014an li Diyarbekirê saz bibe. Ji ber wê yekê tu nêrîn û pêşniyar ji pêşî ve nayêne qebûlkirin û redkirin. Herwiha, nêrînên herî tund û nejirêzê jî di çerçoveya “Hiqûqa Înîsiyatîfa AZADÎyê” de hêja û şayanê nirxandinê têne dîtin. Em li gel ku vê agahiyê bi we Kurdistaniyên hêja re parve dikin; Herwiha em kesayetên ku dilê wan bi ser Înîsiyatîfa AZADÎyê ve ye lê hetanî niha ji ber gelek sedemên curbecur neşiyane têkiliyê bi me re deynin û daxilî pêvajoyê bibin, dawet dikin ku ji îro pê de beşdarî guftûgo û nirxandinên me bibin û pêşerojê jî bihevre bixebitin. Heçî kesê xêrxwaz û dildarê Înîsiyatîfa AZADÎyê ye dikare bi nêrîn, şîrove, pêşniyar û fikra xwe tevlî pêvajoya şekildayîn û tayînkirina Kongreya meha Hezîranê bibe. 14.01.2014-AMED Li gel rêz û silavên me... Ji Bo Maf Dad û Azadiyê ÎNÎSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ/AZADÎ DESTEYA KORDÎNASYONÊ

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16