Em jî ji Robozkê ne û Em Sînorên Ku li Welatê me Hatine Kişandin Nas Nakin

 

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

 

  “Em jî ji Robozkê ne û em sînorên ku li welatê me hatine kişandin nas nakin.”

 

Komkujiya Robozkê, berdewamiya zilm û înkara li Kurdistanê ya bi sedê salan e. Di berdewamiya vê zilmê bi plan û programkirî de 34 gundiyên Kurd di şeva 28ê Kanûna 2011an de bi bombardûmana teyarên dewleta Tirkiyê hatine qetilkirin. Dewleta Tirkiyê bi vê qetlîamê qirkirineke din daniye ser îcraatên xwe û tund û tûjiya xwe ya li ser xelkê Kurd û Kurdistanê domandiye.

 

Hem mesûlê komkujiyê yê siyasî hikûmeta AKPê, hem jî mesûlê komkujiyê yê eskerî Hêzên Çekdarî yên Tirk û herwiha medyaya merkezî ya ku bandorê li ser raya giştî ya Tirkan dike di nava sala de ku me paşve hiştî de, ji bo vê birîna ku di dilê Kurdan de hatiye vekirin bicebirînin neketine nav tu hewildanan. Tam berevajiyê vê, bêhurmetiya li hemberî 34 xortên Kurd ên ku bedena wan ji hêla Dewleta Tirk ve hate perçekirin, wekî dozeke millî qebûl kirine.

 

Pêvajoya di esnayê komkujiya Robozkê de û piştî wê hate dîtin, bi me da xuyakirin ku îrdeya Kurdan a der barê heq, edalet û azadiyê de ji hêla dewleta Tirkiyê ve dîsa bi polîtîkaya înkar û îmhayê hatiye bersivadin. Bi vê rewşê re ev yek jî derketiye holê ku dewleta Tirkiyê konsepta xwe ya tunekirinê didomîne.

 

Çawa ku di zemanê hukûmetên çepgir û Kemalîst de, tu qîmetê edalet û azadiyê li cem dewleta Tirkiyê tunebe, di zemanê hukûmeta AKPê de jî ku bi hessasiya dînî tê zanîn û rastgiriya merkezê temsîl dike, heman polîtîkaya înkarê hatiye tescîlkirin.

 

Dewleta Tirkiyê, zilma xwe ya li ser neteweya Kurd rewa dibîne ji xwe re wekî polîtîkayeke asayî dibîne. Herwiha dewlet û hukûmeta ku li Kurdistanê bûye nîşaneya zilmê, li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyê bi dirûşma xwe ya “Alîgiriya Mezlûman” re ketiye nakokiyê û ji ber vê jî pêbaweriya xwe winda kiriye.

 

Derdorên ku di nav raya giştî ya Kurdistanê de xwedî hessasiyetên Îslamî ne û bawe dikin ku mumkin di ser nirxên wekî ummet, biratî, heq, edalet û azadiyê re jiyaneke bi hev re bê meşandin û ji ber vê jî destek didan AKPê, piştî komkujiya Robozkê hêviyên xwe bi yekcarê winda kirine.

 

Derdorên xwedî hessasiyetên Îslamî yên xelkê Kurdistanê, hessasiyeta xwe ya li ser nirxên ku ji hêla dewlet û hukûmetê ve hatiye manîpulekirin parastine. Van  derdoran têkiliyên xwe yên têgih û nirxan re di ser heq, edalet û azadiyê re ji hêla teorîk û pratîk ve ji nû de  ava kirine.

 

Wekî hemî komkujiyên ku bi serê Kurdan de hatine, ev komkujiya dawî ya Robozkê jî careke din daye xuyakirin ku: Xelkên Kurdistanê der heqê heq, edalet û azadiyê de wekî çepgir-rastgir an jî wekî neteweperest-îslamîst nayêne cudakirin û cudabûneke wisa wekî xebateke di rêya heq, edalet û azadiyê re Îslamî qebûl nake.

 

Pirsîna hesabê Robozkê ku zulim bi awayê herî zelal tê de xuya dibe; di çarçoveya heq, edalet û azadiyê de pirsîna hesabê zilma ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin e jî.

 

Em wekî Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê beyan dikin ku, wijdanê xelkê Kurdistanê hukûmeta AKPê ji komkujiyê mesûl dibîne û em jî perçakî vî xelkî ne.

 

Em bi vê wesîleyê şehîdên Robozkê yên bi awayekî hovane hatine qetilkirin û bûne çiraya yekîtî û hevgirtina li Kurdistanê, di salvegera yekemîn de dubare bi rehmet û minnet bibîr tînin. Em hukûmeta AKPê ya ku bi helwesta xwe û tevgera xwe li vê komkujiyê xwedî derketiye jî şermezar dikin. Gaziya me ew e ku, mesûlên vê dem berî demê bêne peydekirin.

 

Di gel silav û rêzan.

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ

 

 

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16