Derbarê Greva Birçîbûnê de Daxuyaniya Çapemeniyê

JI ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE

Greva birçîbûnê ya ji bo “Rabûna tecrîda li ser Ocalan, Parastina bi Zimanê Xwemalî û Perwerdeya bi Zimanê Xwemalî” ku ji hêla 63 girtiyan ve di 12ê Îlona 2012an de hate destpêkirin û niha di 7 girtîxaneyên Dewleta Tirkiyê de, ji hêla 658 girtiyan ve tê domandin, ji îro pê ve ketiye roja xwe ya 50yî.
 
Pispor li ser vê mijarê dibêjin, di grevên birçîbûnê de merheleya piştî roja 40emîn rîska mirinê zêdetir dike. Ji ber vê yekê  grev hatiye merheleyeke krîtîk ku zêdetir dewam bike dê bi nexweşiyên mayinde û mirinan encam bide. Di rewşa îro de merheleya qrîtîk ya pispor behs dikin ji zû ve derbas bûye û eger grevên birçîbûnê niha bi dawî bibe jî, jixwe merheleya ku di bedenê de ziyana mayinde çêke derbas bûye.
 
Ev greva birçîbûnê ku di rojeva Tirkiyê û bi taybetî jî di rojeva Kurdistanê de ye, hatiye halê rojiya mirinê.
 
Beriya her tiştî divê ev yek were zanîn ku: Dewlet mesûl û mecbûr e ku heqê girtî û mehkûman ê jiyanê biparêze û wan ji îmkanên tenduristiyê bide îstifadekirin. Dewlet, hem wekî pêdiviyeke Beyannameya Mafên Mirovan a Gerdûnî, hem jî ji ber ku xwe wekî dewleta hiqûqê qebûl dike û hem jî wekî mecbûriyeteke wijdanî divê demildest vê berpirsiyariya xwe bîne cih.
 
Gelekî mixabin ku milletê Kurd bi sedê salan e duçarî nakokiyekê bûye û di nav van nakokiyên kûr de jiyaneke karesatî dijî. Heqê milletê Kurd ê siyasî û fitrî, îro ji însaf û înîsiyatîfa hinekên din re hatiye hiştin. Lê xîret û rûmeta însaniyetê nikare tehemmula vê rewşê bike. Ji ber vê yekê ye ku xelkê Kurdistanê jî wekî her xelkê bi xîret û rûmet, tu carî ji vê rewşê razî nebûye û di vê rêyê de bi canê xwe û bi malê xwe mucadele kiriye/dike da ku vê karesatê bi dawî bîne.
 
Qebûlkirina nasnameya Kurdan a millî û girtina bin temînata qanûnî û distûrî, heqekî însanî û Îslamî ye.  Herwiha heqê xelkê Kurdistanê ye ku li ser pêşeroja xwe xwedî gotin be, biryara xwe bi xwe bide û xwe bi xwe îdare bike. Ev heqekî meşrû ye. Xesibkirin, nasnekirin û yan jî astengkirina van heqan sûcên li hemberî însaniyetê ne.  Nijadperestî, asîmîlasyon, dagirkirin, mêtinkirin, bêedaletî, red û înkar sûcên însanî ne.
 
Wekî din jî divê baş were zanîn ku xebitandina her zimanî heqekî Îslamî û însanî ye. Ev yek di çavkaniyên qanûnî ên roja me de jî hene. Bo mînak, di serî de Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpa, îctîhadên bicihbûyî yên Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Protoqola Hawanayê û  Peymana Mafên Zarokan a NYê li ser vî esasî hatine çêkirin.
 
Berpirsiyariya hukûmeta AKPê ya ku bi kevneşopî û helwesta Dewleta Tirkiyê a li ser redkirina Kurdan û Kurdistanê hatiye avakirin tevdigere, di vê mijarê de misoger e û ev yek ne cihê nîqaşê ye. Belê helwesta PKK-KCK û BDPê ya ku li pêş greva birçîbûnê ya ku niha geriyaye rojiya mirinê nebûne asteng jî kêmasiyeke ciddî ye.
 
Em bawer dikin ku: şert û mercên ku Dewleta Tirkiyê û hukûmeta wê AKP bi aktîvîstan re rûnên û li hev bikin, têra xwe pêk hatine. Wekî din jî eger nexweşiyên ciddî û yan jî mirin çêbibin, dê Dewleta Tirkiyê û hukûmeta wê  berpirsiyarê vê yekê bin.
 
Em wekî Înîsiyatîa Azadî domandina vê çalakiyê wekî çalakiya bêveger (rojiya mirinê) şaş dibînin û em dibêjin divê demildest ev şaşîtî were terkkirin. Em gazî PKK û BDPê dikin ku ji bo çalakiya birçîbûnê-mirinê bi dawî were hessasiyeta lazim şanî bidin û xeyret bikin.
 
Çalakiyên eskerî û siyasî yên ku di çarçoveya çalakiyên xwekuştinê de têne kirin, li gorî baweriya Îslamê û helbet li gorî baweriya me jî ne meşrû ye. Belê, greva birçîbûnê ya li girtîxaneyan bi rêbaza bê dem û vê veger (rojiya mirinê)  li gorî dînê me rast ne. Lê em şert û daxwazên din ên li ser perwerdehiya zimanê xwemalî û wekî wê jî destek dikin.
 
Em dixwazin  ku raya giştî bi vê yekê baş zanibe.
 
Em wekî Înîsiyatîfa Azadî parastina mafên xelkê Kurd yên wekî fitrî,siyasî û heqên din ên ku wekî gerdûnî têne qebûlkirin  bi rêbazên sîvîl, wekî rêgez qebûl dikin. Herwiha baweriya me ew e ku: teserrufa însanan a li ser bedena wan bi xwe jî di navê de, her cureyê çalakiyê yê ku derxînin holê di encamê de girêdayî vî sînorî ye.
 
Ji ber vî sedemî, em bawer dikin ku berî vê greva birçîbûnê ku êdî bûye rojiya mirinê,  hêj gelek rê û rêbazên sîvîl û meşrû  yên ku  bêne xebitandin hene. Herwiha baweriya me ew e ku li cihê  pîrozbûna jiyana însan mewzûvbehs be, berpirsiyariya her ferdî û  her komê heye.  Loma jî wekî pêdiviyeke vê berpirsiyariya xwe, em gazî  kes û hêlên ku karibin dawiyê li van çalakiyan bînin dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û pêdiviyên  vê berpirsiyariya xwe demildest bînin cih.
 
Wekî encam, ji bo greva birçîbûnê bi encamekî wekî mirinê trajîk rûnede, em ji her derdorê û raya giştî hessasiyeteke zêde hêvî dikin.
 
Em ji kesên di çalakiya birçîbûnê de ne jî daxwaz dikin ku; çalakiyên xwe bi rêbazên ku çalakiya wan nebe sedemê ziyayên mayinde û mirinan, bidomînin.
 
Silava Xwedê li ser we be.
 
Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsîyatîfa Îslamî ya Kurdistanê/Înîsiyatîfa AZADΠ

Daxuyanîyên Çapemenîyê

  • Ji Înîsiyatîfa AZADÎ yê Li Ser Rojevê Nirxandin
    2014-07-15
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê û Tirkiyê
    2014-06-16
  • Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê: Civîna Înîsiyatîfa AZADÎyê ya li Meletiyê
    2014-01-14
  • Em, Şêx Seîd û Rêhevalên wî bi rehmet û minnet yad dikin
    2013-06-29
  • Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
    2013-03-16